ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêz û Hizbullaha Yemenê li Necranê baregehên Siûdîyan danin ber muşekan

Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê Çarşemiyê bi şev baregehên çekdarên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê dane ber mûşekan.

Kanala têlêvîziyona El Mesîreya Yemenê ragihand: “Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê bi sê mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya “Zilzal 1″, cihê kombûna çekdarên siûdî yên bicihbûyî li baregeha El Sedîsê li Necranê dane ber êrîşê”.

Heta niha tu raporek derbarê vê êrîşa mûşekî nehatiye wergirtin.

Êrîşa mûşekî ya van rojan a Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê wek bersiva li hemberî binpêkirina lihevkirinên Swêdê û bêsoziya hevpeymaniya destdirêjker a siûdî derheqê agirbesê li Hudeydeyê li rojavaya Yemenê pêk tê.

Başa dön tuşu