ÎranNûçeRojhilatanavin

Baregehên kirêgirtiyên siûdî li bakurê Yemenê ketin ber mûşekan

Yekîneya mûşekî ya artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, cihê kombûna destdirêjkerên siûdî li parêzgeha Cufê li bakurê Yemenê bi mûşekekê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê kanala têlêvîziyoniya El Mesîreya Yemenê, yekîneya mûşekî ya artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li şaristanên Xub û Şexefê bi mûşekên xwe dan ber êrîşê.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi opêrasiyoneka din li dijî baregehên kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha sînorî ya Seideyê li bakurê rojavaya Yemenê, hejmareka kirêgirtiyan kuştin an birîndar kirin.

Her wiha yekîneya topxaneya artêşê û komîteyên gelanî bi opêrasiyoneka din cihê kombûna hêzên hevpeymaniya siûdî li bakurê Besta û beyara Mîdiyê li aprêzgeha Heceyê li bakurê rojavaya Yemenê dan ber êrîşên xwe.

Hêza berevanîyê ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê rêjîma siûdî va roj bi rojê zêdetir dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu