CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Munîh e Almanyayê li îstasyona trênê dengê çekan hate bihîstin û yek jê polîs birîndar jî hene

Li gorî zanyariyên berdesti, li bajarê Munîh e Almanyayê li îstasyona trênê dengê çekan hate bihîstin. Li gorî agahiyan yek jê polîs birîndar jî hene û kesek jî hate binçavkirin.

Berdevkê polîsê Munîhê Michael Riehlein di axaftina xwe ya Associated Pressê de ragihand ku bûyer îstasyona trênê ya Unterfoehringê dema polîs rêwî kontrol dikirin pêk hat.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehî herêma bûyerê xistin dorpêçê û li gorî daxuyaniya polîsê Mûnîhê di bûyerê de yek jê polîs çend kes birîndar bûne û kesek jî hatiye binçavkirin. Tê gotin rewşa polîsê birîndar giran e.

 Li gorî çavkaniyên herêmî kesê ku hatiye binçavkirin êrişkarê polîsa jin a birîndar e û piştî bûyera êrişê derdora 50-60 polîsî çûye cihê bûyerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu