AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzakirina 5 belgeyên hevkarîyê di navbera Îranê û Qezaqistanê da

Li serdana serokê Komara Islamî ya Îranê ya Qezaqistanê, her du welatan 5 belgeyên hevkarîyê wajo kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ev belge li warên qerentîneya ajel û devaran, gemîvanîya li deryaya Xezerê, kar û xizmetên civakî, tûrîsm û hevkarîya Banka Navendî ya Îranê û Banka Netewî ya Qezaqistanê jibo hêsankirina ticaretê hatin wajokirinê.

Berfirekirina peywendî û hevkarîyên giştalî li warên curbicur û lezandina peywendîyên Têhran-Astanê, ji mêhwerên muzakirên serokomar û desteyên pilebilind ên Îran û Qezaqistanê ne. Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî li gorî gazîkirina fermî ya serokomarê Qezaqistanê û di çarçova berfirekirina peywendî û hevkarîyên ligel cînaran derbasî Astanê bû û dema giheşte balafirgeha vî şarî, ji alîyê Jênîs Kasimbeg wezîrê sermayedanîn û pêşxistina Qezaqistanê, sefîr û berpirsên sefareta Komara Islamî ya Îranê li wî welatî va hat pêşwazîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu