NûçeRojhilatanavinSûriye

Li bajarê Reqayê yê Sûriyê goreke komî hat dîtin

Li bajarê Reqayê yê Sûriyê goreke komî hat dîtin, tê de termê 3 hezar û 500 kesan hebûn.

Ajansa Frans Press ragehand ku li navçeya Fexîxe li derdora bajarê Reqayê û di bin zeviyeke çandiniyê de mezintirîn û kevintifîn gora komî ya qurbaniyên DAIŞê hat dîtin.

Li gor ajansê di wê gora komî de termê 3 hezar û 500 kesan hate dîtin, herwiha li heman navçeyê 120 gorên tekane û 8 gorên komî yê cuda jî hatin dîtin.

Heman çavkaniyê aşkere kir ku yek ji wan goran bi navê Panorama bû heta niha tîmên pispor 900 terim jê derxistine.

Başa dön tuşu