CîhanEwropaNûçe

Li bajarê Sundsvallê yê Swêdê mişkên bi qasî pisîkan bi ser bajêr de girtin

Hat diyarkirin ku li bajarê Sundsvallê yê Swêdê mişkên bi qasî pisîkan bi ser bajêr de girtin.

Şahidên bûyerê ji bo The Localê ragihand ku mişkên li nav bajarê Sundsvallê derketine, ji mişkên li nav daristanên Swêdê cudatir in.Rayedarê bajêr Benny Sagmo got, “Ev ne wekî mişkên li nav daristanan in, bi qasî pisîkan in.”

Ji welatiyên bajêr hat xwestin ku derî û paceyên xwe bigirin û li parkan bermayên xwarinê nehêlin. Herwisa hat daxwazkirin ku xwendekar bila di navbera dersan de ji dibistanan dernekevin.

Tê gotin ku ji ber cihê navenda şûndeguhertinê hatiye guhertin, ev ajal ji habîtatê xwe mehrûm mane û loma derketine derve.

Li ser daxwaza rêveberiya bajêr dafik li bajêr hatin danîn.

Başa dön tuşu