ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Li bajarê Yenbu yê rojavayê Erebistanê çend teqîn qewimîn

Kanala El-Mesîre ya Yemenê diyar kir ku duh berêvarê çendîn teqînan bajarê Yenbu yê rojavayê Erebistanê hejand.

Hîn ti raporek ser sebeba van teqînan û xisarên ji ber wan belav nebûye û medya siûdî heya niha li hemberî vê yekê xwe bê deng kiriye.

Bajarê Yenbuyê li ber behra Sor ya rojavayê Erebistanê ye û piştî bendera Cedeyê, bendera din a girîng li Erebistanê tê hesab.

Başa dön tuşu