NûçeCîhanEwropa

Li bajarên Maryland û Florida yên DYA’yê êrîşa bi çek: 9 kes mirin

Li eyaleta Maryland û Florîda ya Amerîkayê di encama gulebaranê de 9 kes mirin.

Amerîka ji niha ve bi pêleke tundûtûjî, rehîngirtin û êrîşên çekdarî re rû bi rû ye. Her sal, bi hezaran kes li deverên cuda yên Amerîkayê bi guleyên çekan têne kuştin an birîndar kirin.

Tê texmînkirin ku li vî welatî ji her 100 Amerîkiyan nêzîkî 120 çek hene, ku bi awayekî xwezayî ji ber sedemên curbicur wek pirsgirêkên derûnî û tolhildana kesane, malbatî û civakî bikaranîna çekan zêde dike.

Li gorî rapora IRNA`yê; Polîsê eyaleta Maryland duh ragihandibû ku piştî agahiya ku ji malekê dengê çekan hatiye bihîstin çûne cihê bûyerê û 5 cenaze hatine dîtin. Li gorî polîsan, qatil di vê malê de pêşî 4 kes kuştine, piştre jî xwe kuştiye.

Li Florîda jî polîsan termê sê jin û zarokekî dîtin.

Başa dön tuşu