CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Li bajarokên Siyonîstnişîn agir

Medyayên Rêjîma Sîyonîst ragihandin ku agireke berfire berbû erdên dagirbûyî nêzîkî zîvala Gazayê.

Li gorî rapora Qudsenayê û ji zarê malpera siyonîstî ya  Hedşotê 24, hegera agirgirtina roja yekşemiyê ya navça Şair Henîgefê û daristana Şokdahê li erdên dagirbûyî, balonên agirzê yên filistînî hatiye raghandin ku hin xisaret li zewî û erdên derdora wê xistine.

Komên filistînî li zîvala Gazayê bafirnek û balonên  agirzê bona rawestana li ber eskerên siyonîst bi kar tînin.

Ev kiryara hevgavê lidarxistina meşên  bi aşitî yên Mafê Vegeryanê  ku ji 30 Adara 2018`an bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye, gurrtir bûyer.

Balonên hanê heya niha bûne sedema agirgirtina erdên cotkariyê yên bajaroknişînên siyonîst li derdora zîvala Gazayê û xisarên giran li Rejîm  Siyonîstî xistine.

Başa dön tuşu