Medyayên Rêjîma Sîyonîst ragihandin ku agireke berfire berbû erdên dagirbûyî nêzîkî zîvala Gazayê.
Li gorî rapora Qudsenayê û ji zarê malpera siyonîstî ya Hedşotê 24, hegera agirgirtina roja yekşemiyê ya navça Şair Henîgefê û daristana Şokdahê li erdên dagirbûyî, balonên agirzê yên filistînî hatiye raghandin ku hin xisaret li zewî û erdên derdora wê xistine.
Komên filistînî li zîvala Gazayê bafirnek û balonên agirzê bona rawestana li ber eskerên siyonîst bi kar tînin.
Ev kiryara hevgavê lidarxistina meşên bi aşitî yên Mafê Vegeryanê ku ji 30 Adara 2018`an bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bûye, gurrtir bûyer.
Balonên hanê heya niha bûne sedema agirgirtina erdên cotkariyê yên bajaroknişînên siyonîst li derdora zîvala Gazayê û xisarên giran li Rejîm Siyonîstî xistine.