NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi koronayê mirine ji 100’î derbas kir

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 153 kesên din bi koronayê ketine û 8 kes jî mirine. Bi vê yekê hejmara kesên li herêmê bi vîrusê mirine ji 100’î derbas kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine 3 zilam û 2 jinên ji Hesekê ne û 3 zilamên ji Qamişlo, Dêrik û kampa Holê ne.

Mistefa destnîşan kir ku 154 kesên din bi koronayê ketine ku ji wan 91 mêr in û 62 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 28

Qamişlo: 17

Dêrik: 27

Gikê legê: 8

Rimêlan: 2

Amûdê: 6

Kampa Holê: 1

Kobanê: 20

Tebqa: 15

Reqa: 14

Minbic: 11

Dêrazor: 4

Her wiha Ciwan Mistefa da zanîn ku 11 nexweşên koronayê baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 3 hezar û 251 kesan, ji wan 103 kes mirine û 646 kes jî baş bûne.

Başa dön tuşu