ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê û wezîrê karên derve yê vî welatî gihêştine Têhranê

Sereokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê û wezîrê karên derve yê vî welatî bona gotûbêja tev karbidestên Komara Îslamî ya Îranê gihêştine Têhranê.

Elî Memlûk Serokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê vî welatî bona gotûbêja tev karbidestên Komara Îslamî ya Îranê gihêştine Têhranê û qirare îro êvarê tev Elî Şemxanî hevahengkirê kiryarên siyasî, berevanî û ewlehiya Îranê tev Sûriyê û Rûsiyê li bara alûgorên nav Sûriyê hevdîtinê bikin.

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li vê sefera xwe ya bo Têhranê qirar e tev Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê gotûbêjê bike.

Elî Memlûk Sereokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê li halekî seredana Têhranê dike ku Îranê roleke girîng ji bo çareserbûna kirîza Sûriyê heye.

Ji ber gotûbêjên berdewam yên di navbera Îran, Rûsiya û Sûriyê , alûgorên Sûriyê ketine nav qonaxeke nû. Azadiya bajarê Helebê ji destê terorîstan , işkestekî giran ji bo terorîstan û piştevanên wan hatiye hisab û li ser alûgorên siyasî yên nav Sûriyê bi bandor bûye.

Li vî halî da duh îniyê agirbesa di navbera dewleta Şamê û grûpên neyar xêncî grûpa terorîst a DAIŞ`ê û Feth ul-Şamê û grûpên ser bi wan pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu