IraqNûçeRojhilatanavin
Li bakûra rojavaya Mûsilê 16 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek ji çek û sîlahên terorîstan jî zeft bûn

Qumandê polîsê federal a Iraqê bal kişande ser azadbûna çend navçên din ên mêhwera El-Herematê li bakûra rojavaya Mûsilê û ragihand ku gelek terorîst jî li vê navçê hatine kuştin.
Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Raid Cewdet Şakir qumandê polîsê federal a Iraqê bal kişande ser operasiyona azadkirina hinek ji navçên mêhwera El-Herematê li bakûra rojavaya Mûsilê û ragihand ku li vê operasiyonê 16 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek ji çek û sîlahên terorîstan jî zeft bûn.
Cewdet destnîşan kir; Yekîneyên polîsê Iraqê li aliyê başûra bajarê Qedîme pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê girtin û heta navça Muhîte dane dû terorîstan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)