EfrîqaMafên MirovanNûçe

Li bakurê ‪Nîjeryayê‬ di kampê de 200 kes ji tî û birçîbûnê mirin

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li Bamaya bajarê Nîjeryayê di kampê 200 kes ji tî û birçîna mirin.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li Bamaya bajarê Nîjeryayê di kampa ku kesên ji rêxistina terorîst a Boko Haramê reviyane tê de dimînin 200 kes ku jin û zarok di nav de ji tî û birçîbûnê mirin. Kamp 70 kîlomêtroyî dûrî bakurê rojavayê paytexta eyaleta Bornoyê ye û 24 hezar kes li wir dimînin.
Hat ragihandin ku di kampê de qeyraneke pir mezin heye, xwarin û vexwarina kesên ku di kampê de dimînin tuneye û di nava mehekê de herî kêm 200 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Boko Haramê bajarê Bamayê di îlona 2014an de kontrol kiribû. Artêşa Nîjeryayê par bajar ji destê rêxistinê rizgar kir, lê bi hezaran kes mecbur man ku terka mal û warên xwe bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu