NûçeRojhilatanavin

Li bakurê Hîndistanê trêneke rêwiyan ji rê derket û di encamê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da,150 kes jî birîndar bûn

Li bakurê Hîndistanê li eyaleta Uttar-Pradeshê di navbera bajarên Patna û Îndoreyê de di saet 03.10 trêneke rêwiyan ji riya xwe derket. Hat ragihandin ku di encama qezayê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da,150 kes jî birîndar bûn.

Heta niha jî nayê zanîn ku vagon çawa ji rê derketine lê Wezareta Ragihandin a Hîndistanê diyar kir ku wê li hemberî berpirsyaran gavên hişk biavêjin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî got “ew nikare xemgîniya xwe bi gotinan bîne ziman.”

Li Hîndistanê ji ber ku riyên trênan kêm in û xebatên nûjenkirinê ne zêde ne, di van demên dawiyê de gelek qezayên trênê diqewime. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu