NûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê sersaxî da serokwezîrê Bêljîkê

Serokwezîrê Iraqê peyameke sersaxiyê ji serokwezîrê Bêljîkê re şand û xwest ku hemî welatên cîhanê bi riya planeke tam li hemberî gefên têrorîsmê bisekinin.

Li gorî rapora malpera nûçan a El-Mesele`yê, Ebadî di vê peyama sersaxiyê bo Şarliz Mîşêl serokwezîrê Bêljîkê da dilgiraniya xwe ji ber teqînên têrorîstî li Brûksêlê nîşan da û ev êrişên tirsonekên DAIŞ`ê şermezar kirin.

Wî di vê peyama xwe da ragihand: Ev êrişên têrorîstî nîşan didin ku têrorîsmê, welat, dîn, bawerî yan esaseke kifş nekiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê di vê peyamê da ji welatên cîhanê xwest ku bi plandarêştina tam bo sekinîna li hemberî têrorîsmê li hemberî zêdebûna gefên wê amade bibin.

Di encama teqînên têrorîstî yên duh li balafirgeh û rawestgeha mêtroya Brûksêla Bêljîkê da 34 kes hatin kuştin û nêzî 200 kesî jî birîndar bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu