ÎranNûçeRojhilatanavin

Meytên şehîdên bûyera têrorîstî ya li Ehwazê bi merasimekê hatin definkirinê

Cenazên şehîdên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê bi merasimekê ku rayedarên leşkerî û idarî yên welêt jî têde pişkdar bûn, li Ehwazê hatin definkirinê.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin, roja şemiyê ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de 25 hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û 60 kes jî birîndar bûn.

Muhsin Rizayî sêkrêtêrê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Komara Islamî ya Îranê di merasima rakirin û definkirina meytên van şehîdan, bi gotina vîya ku cinayeta têrorîstî ya li Ehwazê encama işkesta zorbêjên cîhanî li hemberî berxwedana gelê Îranê ye, pêgirî kir: Dijminên Komara Islamî ya Îranê nikarin zîyanê bigihînin ewlehî û iqtidara Inqilaba Islamî.

Rizayî herwiha got: Heke dijmin bixwazin derbê l iewlehîya Îranê bidin û karên wiha têrorîstî bikin, wê pêrgî bersiva giran û tepeserkir a Îranê bibin.

Desteya wezîran îro li seranserî Îranê şîna giştî ragihand û hemî sazî û dayrên dewletê, medrese û zanîngehên parêzgeha Xûzistanê li başûra rojavaya Îranê îro girêdayî ne.

Başa dön tuşu