ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasim Teqîzade: Bêyî Komara Islamî ya Îranê ewlehîya mayinde li rojavaya Asyayê pêk nayê

Cîgirê wezîrê berevanîyê yê Îranê got: Bêyî Komara Islamî ya Îranê ewlehîya mayinde li rojavaya Asyayê pêk nayê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serleşker Qasim Teqîzade îro li hevdîtina digel edmîral Sonil Lanba fermandeyê hêza deryayî yê Hindê li Têhranê pêgirî li ser girîngîya cîgeha navçeyî ya Îranê û rola mêhwerî ya Têhranê li istiqrara navçê û got: Îran ji ber ku nêzîkî oqyanûsa Hindê û Kendava Farsê ye û roleke erênî û avakir li dabînkirina ewlehîya tengava Hurmizê wek rêya derbaskirina pişkeke mezin a enerjîya pêwîst ji bo cîhanê, roleke girîng li dabînkirina ewlehîya deryayên navçê heye.

Serleşker Teqîzade bal kişand ser pêwîstîyên sîyasî û ewelhîyê yên herêma rojavaya Asyayê û oqyanûsa Hindê û berfirekirina peywendîyên Îran û Hindê û got: Hevkarîyên navçeyî di navbera welatên dorhêla oqyanûsa Hindê û nemaze Kendava Farsê di warên sîyasî, ewlehî û leşkerî da dikarin alîkarîyê bidin çêtirkirina rewşa ewlehîya navçê.

Cîgirê wezîrê berevanîyê yê Îranê bal kişand ser mijarên têrorîsm, tundrêtî, cidatîxwazî û etnîkperestîyê wek gefên sereke ser rêya welatên navça rojavaya Asyayê jî û got: Efganistan, Pakistan, deryaya Umanê û oqyanûsa Hindê pişkeke girîng a xeleka ewlehîya hevpar a Îran û Hindê ne.

Edmîral Sonil Lanba fermandeyê hêza deryayî yê Hindê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser mijarên hevpar ên çandî û dîrokî di navbera Îran û Hindê da û got: Bendera Çabiharê li başûra rojhilata Îranê devereke zef girîng ji bo pêşxistina peywendîyên ticarî û aborî yên her du welatan e û bikaranîna vê benderê destpêkeke baş ji bo berfirekirina hevkarîyan tê hesêb.

Fermandeyê hêza deryayî yê Hindê bi merema pişkdarîya li şeşemîn civîna mezin a fermandeyên hêza deryayî yên welatên dorhêla oqyanûsa Hindê (IONS) seredana Têhranê kirîye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu