CîhanEfrîqaNûçe

Li Bangladeşê 2 bersûcên kal bi îdamê hatin cezakirin

Li Bangladeşê 2 bersûcên kal ên ku di sala 1971î da dema şerê serxwebûnê ya ji Pakisanê xilasbûnê da hin sûc kirine, bi îdamê hatin cezakirin.

Mehkemeya Navneteweyî ya Bangladeşê ji ber sûcên kuştin, komkujî, îşkence, revandina mirovan û talanê cezayê îdamê da Sohrab Fakir (88) û Hidayet Ullah (80).

Fakir hate mehkemeyê, lê hat ragihandin Ullah qaçax e.

Mehkemeyê berê jî der barê hin bersûcên kal da biryara girtinê dabû. Lê hinek mehkemeyê sûcdar dikin û dibêjin ew bi hinceta cezakirina sûcên şer cezayê dide muxalifên siyasî.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan fikara xwe anîbûn ziman û gotibûn li Mehkemeya Navneteweyî ya Bangladeşê “darizandinên neadil” tên kirin.

Başa dön tuşu