CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Bangladeşê hezaz: Herî kêm 61 kesan can da

Di hezazên ku li başûrê rojhilatê Bangladeşê pêk hatin de 5 ji wan leşker 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ragihandina çapameniya herêmî, barana gij li başûrê rojhilatê welêt bû sedema hezazan. Baranê ku ji roja duşemê ve destpêkiribû li herêmên çiyayî bû sedema hezazê. Reyedaran eşkere kir ku 5 ji wan leşker herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Artêşê Rezaul Karim ragihand ku piştî hezazê tîmên xilaskirinê çûne herêmê, lê 2 xebatkar û 2 jî leşker jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî hêj windane.

​Hate diyarkirin ku li herêma Rangamati 26, li Chittagong 12 li Bandarbanê jî 10 kes jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarê rêveberiya rewşa lezgîn Reaz Ahmed eşkere kir ku xebatên xilaskirinê li herêmên ku hezaz rû dane, dewam dikin.

Ahmed destnîşan kir ku niha xwe nikarin bigihîjin herêmên dûr, ji ber vê yekê jî bifikarin ku hejmara miriyan zêdetir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu