CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Bangladêşê teqîna boruya xazê: 12 kes li mizgeftê mirin

i Bangladêşê ji ber teqîna boruyeke xaza siruştî li nêzîkî mizgeftekê, 12 kesan canê xwe ji dest da û 37 kes birîndar bûn.

Rayedarê polês Zayedul Alam bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Narayanganjê, xeta xaza siruştî ya ku ji nêzîka Mizgefta Baitus Salat Jame re derbas dibû, teqiya.

Alam destnîşan kir ku di teqînê de 12 kesan canê xwe ji dest da û 37 kes birîndar bûn.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Başa dön tuşu