EfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li başûr rojavayê herêma Baya Somaliyê di 2 rojên dawiyê de 110 kes ji birçiyan mirin

Serokwezîrê Somaliyê Hesen Elî Xeyrî di wê civîna ku bi Komîteya Hişkesdaliyê ya Netewî re li dar xist de aşkere kir ku li herêma Bayê ji ber birçîbûnê di 2 rojên derbasbûyî de 110 kes mirin.

Serokomar Muhammed Ebdulah Fermacu roja sêşemê ji bo têkoşîna bi krîza mirovî ya ku hişkesalî bûye sebeb û li hemî welêt bibandor bûye ‘karesata netewî’ ragihandibû. Fermacu ji bo pêşîlêgirtina trajediya mirovî û alîkariya malbatan alîkariya civaka navdewletî xwestibû.

Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji ber hişkahiya giran li welêt 6.2 milyon mirov tûşî birçîtiyê ne û ji bo çareseriya krîzê banga lezgîn li civaka navdewletî kiribû. Di daxuyaniyê de herwiha hatibû gotin ku hişkesaiya giran zeviyên herêmê tûşî tunebûnê anîne û bûye sedema mirina ajelan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu