EwropaNûçe

Serokê PAyê Schulz dev ji wezîfeya xwe berdide

Hat ragihandin ku Serokê Parlamanetoya Ewropayê (PA) Martîn Schulz dev ji wezîfeya xwe ya Brûkselê berdide. Schulz li Almanyayê vê têkeve siyaseta aktîf.

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz ku di heman demê de endamê Partiya Demokrat a Civakî ye di demên dawî ji ber rexnekirina polîtîkayên Tirkiyeyê di serî de rastî bertekên Serokomar Recep Tayyip Erdogan û siyasetmedarên tirk hatibû. Li gorî zanyariyan Schulz careke din hev dibe namzedê Serokatiya Parlamentoya Ewropayê.

Martîn Schulz li Brûkselê di civîna çapemenî de ragihand ku ez ê vegerim siyaseta Almanyayê û di hilbijartinên parlamentoya federal ên dawiya 2017an de bibim nazedê parlamentoyê yê partiya xwe.

Ji aliyê din ve li gorî rojnameya Suddeutsche Zeitungê, Schulz di hilbijartinên parlamentoya federal de wê ji eyaleta Ren Vestfalyeya Bakur bibe namzede yekemîn ê partiya xwe. Herwiha navê Martîn Schulz ji bo Wezîrtiya Derve û Serokwezîrtiya Almanyayê jî derbas dibe.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu