Hat ragihandin ku yek ji wan aîdî Rûsyayê 2 keştî li Behra Reş li hev qelibîn. Tê gotin ku dibe ku qeza ji ber mija zêde qewimî be.
Li Behra Reş keştiya şer ya rûs û keştiyek ku heywanên zindî bar dikir li hev qelibîn. Li devera Kilyos ya Behra Reş keştiya şer ya Rûsyayê û keştiyek kargoyê ku tê de heywanên zindî hebûn li hev qelibîn.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hatiye dayîn, keştiya bi navê Lîman ya ayîdî artêşa Rûsyayê li 40 kîlometre rojavayê bakurê Tengava Stenbolê bi keştiyek bi navê Aşot-7 ya ku nayê zanîn ku bê ayîdî kîjan welatiye li hev qelibîne. Di encamê de di keştiya rûs de tiştek bi ti kesan nehatiye.
Herwiha wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî qelibînê, li cihê liwaya keştiyê qûlek vebûye. Herwiha piştî bûyerê balafirên An-26an çûn cihê bûyerê û dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.
Li gorî agahiyên ku Reutersê spartine Rayedarên Midûriyeta Ewlehiya Peravê yê stenbolê, ji keştiya şer ya Rûsyayê 78 personel hatine rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)