IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê DAIŞê 15 zarok bi awayek hovane kuştin

Çekdarên rêxistina tund a DAIŞê tewanekî hovane li hember 15 zarokên bajarê Mûsilê pêkanîn.

Ew 15 zarokên ku li gel malbatên xwe hewl didan ji herêma şerê navber hêzên Iraqê û rêxistina tund a DAIŞê derkevin, ji aliyê çekdarên DAIŞê bi çekên qenas ango çekên nîşan û segvaniyê ve yek bi yek hatin kuştin.

DAIŞ bi her awayekî rêgiriyê li derketina hemwelatiyên bajarê Mûsilê dike, ku ji bajêr dernekevin û wan wek mertalên zindî di eniyên şer de bikar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu