CîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Behra Spî felaket: Metirsî heye ku 250 penaberan can dabe

Li gor nûçeya medya Îtalî felaketa belemên penaberan di avên vekirî yên 15 mîlan nêzî Libyayê rû daye û 2 belem noq bûne.

Hat ragihandin ku tîmên hawarçûnê ji bo rizgarkirina penaberan û derxistina termên penaberên can dane hewildanên xwe didomîn. Hat zanîn ku belemeke sivîl a Îspanî 5 termên penaberan ji deryayê derxistine û alarm daye ku 2 belemên penaberan noq bûne.

Li gor Fermandariya Ewlekariya Peravan a Romayê, metirsî heye ku 250 kesan jiyana xwe ji dest dabe ku hejmara windayan jî hatiye piştrastkirin.

Herwiha hat ragihandin ku ji ber şert û mercên ne xweş ên hewayê xebatên rizgarkirinê bi zehmetî têne kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu