NûçeCîhanEwropa

Li Belgoroda herêma Rûsyayê balafir ket û 74 kesên tê da mirin

Waliyê Herêma Belgorodê ya Rûsyayê Vyaçeslav Gladkov ragihand, 74 kesên ku di balafira li Belgoroda herêma Rûsyayê ket da bûn, mirine.

Gladkov li ser hesabê xwe yê Telegramê destnîşan kir, 74 kesên di balafirê da mirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku balafira bi cureya Îl-76ê ku 65 dîlên eskerî yên Ukraynayî tê da bûn li herêma Belgorodê ketiye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hatibû destnîşankirin di balafira Îl-76ê da ku li Rûsyayê ket, ji xeynî 65 dîlên eskerî yên Ukraynayî ku ji bo bihevguherandinê dibirin 3 jê refaqetkar û 6 jê murettebat 74 kes hebûn.

Başa dön tuşu