ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûçeya herî dawiyê li bara ketina balafira îranî

Balafira kompaniya Asman ya Îranê bi 66 lêniştiyên xwe ve îro yekşemê ji Tehranê diçû bajarê Yasûcê 20 deqîqan piştî rabûnê li başûrê Îranê ku derdora Simîrumê ya parêzgeha li başûrê Esfehanê kete erdê û mixabin kesên tê de can dane..

Berî viya jî çavkaniyên ewlekariyê diyar kiribûn: Pêwendî bi balafirê re vê sibehê li herêma Smîrumê ya başûrê Esfehanê qut bû û destnîşan kir ku 66 lêniştiyên wê bûn ku ji Tehranê diçû bajarê Yasûcê yê başûrê welatî.

Xalidî got ku Helîkoptereke Ûrjansê ji bo hawargihandinê şandine navçê lê ji ber çiyayî bûna navçê îmkana şandina ambûlansê tine .

Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragihand ku navendên hawargihandinê li Esfihanê ji bo alîkariyê amade bûne û hêzên hawargihan ên sê bargehan şandina devera Semîrumê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu