EwropaNûçe

Li Berlînê 7 penaberên ku hewl dabûn êgir berdin parsekekî, hatin girtin

Polîsên Almanyayê şeş ciwanên sûrî û kesekî Lîbyayî ku hewl dabûn li Berlînê êgir berdin parsekekê, girtin.

Rojnameya “Bz”ya Almanî ragihand ku polîsan şeş penaberên sûrî û lîbyayîyek girtine.

Girtina wan heft kesên ereb piştî belavbûna girteya vîdeoyî û çend wêneyan hatiye ku tê de wan heft kes di şeva jidayîkbûna Hz. Mesîh de agir berdidine parsekekê li nav stasyona metroyê li bajarê Berlînê.

Medyayên din yê Almanya basa vê yekê dikin ku piştî belvbûna girte û wêneyên wan heft kesan, bi xwe cûne cem polîsan û xwe teslîm kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu