IraqNûçeRojhilatanavin

Li Besra yê 40 hezar donim zevî di bin avê da ma

Li wilayeta Besrayê ji bo ku avê bo bendavê kom bikin li du ciyan pêşiya avê bi axê hat girtin û ji ber ku demeke baran pir dibare, gol qetiya û 40 hezar donim zevî çandiniyê di bin avê da ma

 Li wilayeta Besrayê ku dikeve başûrê Iraqê ji bo ku avê kom bikin li du ciyan pêşiya avê bi axê hat girtin û ji ber ku demek e baran pir dibare, gol qetiya û 40 hezar donim eraziyê çandiniyê di bin avê da ma. Hadî el-Malikiyê Serokê Yekîtiya Cotkaran civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li herêma Kurnayê ya wilayeta Besrayê du golên avê qetiyan.

 Malikî diyar kir, gol piştî baraneke ku çend roj in dibare û lehiyê qetiya, 40 hezar donim zeviyê çandiniyê di bin avê da ma. Malikî wekî din agahî neda ku di bûyerê da ktiştek bi kesî hat an jî ziyan çi qas çêbû.

 Li eraziyê ku bin avê da ma genim û ceh dihat çandin. Li Iraqê ji mijdara derbasbûyî vir va baran dibare û di lehiyan da bi dehan kes xeniqîn. Berpirsên Iraqî gotibûn ku ava bendavan li gor salên borî pir zêde bûye, ji ber kêmasiya binesaziyê ew mecbûr man û wan kapaxên bendavê vekirin.

Başa dön tuşu