AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Mogirînî: Yekîtiya Ewropayê hema wisa sozdarê cihanîna tam a Lihevkirina Atomî ye

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Yekîtiya Ewropayê bilez dê Însteksê (INSTEX) berfireh bike, ji hemî welatên endamê vê yekîtiyê xwest ku hevkariyeka çalak li vî warî da hebe.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê got: heta wê demê ku Îran sozên xwe yên atomî cih bîne, ev yekîtî jî sozdarê cihanîna tam û bibandor a Lihevkirina Atomî di hemî berûlayên wê da ye.

Mogirîniyê her wiha got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî heta niha bi 13 raporan sozdariya Îranê li warê Lihevkirina Atomî piştrast kiriye.

Başa dön tuşu