NûçeRojhilatanavinSûriye

Li bexçeyê dibistaneke Helebê goreke komî hate dîtin

Berpirsekî heyeta Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Helebê di bexçeya dibistanekê de goreke bi komî hatiye dîtin. Malpera fermî ya NYê nameya berpirsê heyeta Sûriyê Munzer Munzer ku ji Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres re şandiye, belav kir.

berpirsê heyetê di nameya xwe de eşkere kiriye ku li devera Sukarî ya Helebê, di dibistana Muqedes de goristanek dîtine û tê de termên 23 leşkerên Sûriyê derketine. Dîplomatê sûriyeyî da xuyakirin ku nasmameya 20 ji wan terman hatine eşkerekirin ku ew di Artêşa Sûriyê de leşker bûne.

Munzer destnîşan kir ku dibistan ji aliyê Bereya Şamiye ve wekî biryargeh dihat bikaranîn û hîn jî hin dewlet Bereya Şamiyeyê weke `baş` qebûl dikin û alîkariya pere û çekan didin.

Herwiha Munzer eşkere kir ku li heman devera Helebê, termên 37 sivîlan hatine dîtin û piraniya wan sivîlan hatine serjêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu