IraqNûçeRojhilatanavin

Li Bexdayê 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Bexdayê du teqîn pêk hatin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.

 li Bexdayê du teqîn pêk hatin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Li navçeya Suleyiyê ya Bexdayê li bazara çûkan du teqîn pey hev çêbûn. Piştî teqîna yekem hêzên ewlehiyê cihê bûyerê xistine bin kontrola xwe û piştre jî teqîna duyem rû daye.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînan de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Birîndarên herdu teqînan bo dermankirinê veguhestine nexweşxanên derdorê.

Başa dön tuşu