ÎranNûçeRojhilatanavin

Tedbîqat û meşqa hewayî ya berevanên Wilayetê, nîşandayîna Hêza Berevaniyê ya Îranê

Meşqa hevpar û serasnerî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê û sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ser navê Berevanên Wilayetê 7` îro li navça giştî ya başûr, başûrê rojava û başûrê rojhilata Îranê destpê bû.

 Li birêxiatina tedbîqat û meşqê şêwazeke normal û naskirî jibo parastina amadetiyên eskerî û her wiha  jordebirina  asta hîndekariyê û bikaranîna taktîkan û kelûmelên  pêşketî yên berevaniyê ye. Lidarxistina  meşqên wisa di rewşa hestyar a niha û gefên  li derdora Îranê xwediyê peyameke  taybet e. Bêguman  berpirsên welat ser ewlehiya navxweyî û parastina  herêma  sînorên  hewayî, deryayî û bejahiyê li asta  herî bilind hesas in û hertim vê yekê berçav digirin . Lê ger em bi awayekî berfirehtir  li mesela ewlehiyê binêrin divê  were gotin ku  îro rojê zirûfên berevaniyê girêdayî bi gelek pîvanan in jiber ku  him li derdorê û him jî li asta  navneteweyî bi zêdebûna gefan ji şerên normal heya şerê nerm û şerên fezayî û elekteronîk, çarçov û pênaseya ewlehiyê berûlayên  berfireh girtiye ber xwe. Loma li gor gef û talukeyên li ber ewlehiya welatan,  hêz û karîna eskerî ya welatan jî anagorî pîvanên  zanistî û karîna pisporiyê ya hêz û amûrên ber destê wan tê nirxandinê.

Ji ber hebûna van gefana, yek ji pîvanên  sereke  li bernama berevaniyê ya Îranê berfirehkirina  zirûfên eskerî jibo bersivandina gefan li hemî waran e. Bi giştî hebûan ewlehiyê girêdayî bi du xalên bingehîn e. Yekem xwecîkirina  zanistê û hebûna pisporiyê li pêşeyên  berevaniyê û ya dudiyan, jordebirina  zirûfên  berevaniyê yênnormal û naskirî ye.

Karzan û şarezayên meselên  ewlehî û eskeriyê hebûna  navendên  eskerî yên Emerîkayê û vê dawiyê yên Brîtanyayê li anvçê li derdoar Îranê beşek ji stratejiya demdirêj a Emerîka û Brîtanyayê û hin welatên navçê jibo pêkanîna  bêewlehiyê li warê ewlehiyê yê Îranê dinirxînin .

Di deheka buhurî Emerîkayê bi rewacdayîna tirsandian ji Îranê bi milyaran dular çek û balefirên cengê firotiye  welatên  erebî yên navça  Kendava farsê. dewama  vê pêvajoyê nîşan dide armanca  qawetên  îstikbarî bêewlehkirina îranê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilabê û fermandê gişt hêzan li seredana  teknolojiyên  pêşketî, xwecî û zanistî yên pêşeyên eskerî yên Îranê ku midehek berî niha cih hat li axiftinekê bal kişand ser pêwîstiya  dewama riya  zêdekirina  hêza berevaniyê û destnîşan kir: Li cîhana ku qawetên  zorbêj, serdestîxwaz û bêexlaq û bêvîjdan û nemirova  bûne serdest û rehet destdirêjiyê dikine ser welatan û mirovên bêguneh dikujin berfirehkirina  pêşeyên berevaniyê tam normal e jiber ku  ev qawet heya  îqtidara welêt  seh nekin ewlehî nayê dabînkirin.

Li gorî van prensîpan, bernama  eskerî ya Îranê ser bingeha  du prensîpên  giring yanê berevanî û êrişê ye. Niha Îran ji hêla  qaweta eskerî  li astekê ye ku  li muadilên  ewlehiyê yên navçê û li parastian  aramî û ewlehiyê ir kêrhatî û giring  e. Îran helbet  ticarî şêr destpê nekiriye lê di pratîkê de nîşan daye ku li warê rawestana li ber gefan û dayîna bersiva  êrişkiran bi qawet tev digere û  dikare ku bi hêza xwe ya eskerî û berevaniyê li hember liv û tevgerên  ku anvçê bêeweh dikin raweste. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu