IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê êrîşeke DAIŞê ya berfireh hat şikandin

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş birin ser du gundên başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê û ew şikesta berfireh hat têkbirin.

Çavkaniyeke leşkerî ji BasNewsê re ragehand, ku çekdarên DAIŞê şeva borî 16.04.2017ê demjimêr 11:50 êrîş kirin ser hêzên fewca 1 a lîwaya 91 a Hewlêrê , ku firqeya 15 a artêşa Iraqê ye.

Heman çavkaniyê ku di nav wê fewcê de ye û hemû leşkerên wê fewcê kurdin û ragehand, karîne êrîşa DAIŞê li gundên Şeyale û Qudile yên deşta Hewîce ya başûrê rojavayê Kerkûkê ye bişkînin.

Heman çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir, ku ti ziyaneke giyanî negeheştiye fewca Hewlêrê ya artêşa Iraqê û hejmarek zêde çekdarên DAIŞê jî hatine kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu