NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama operasyona artêşa Sûriyê li dijî terorîstên DAIŞ`ê

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama operasyona li dijî terorîstên DAIŞê, hejmareke din ji wan li bajarê Himsê li vî welatî kuştin.

  Li gorî rapora televîzyona Al-Alamê, hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wan îro li operasyonekê li dijî terorîstên DAIŞê li gundê Şerîfê li derdora bajarê Himsê li navenda Sûriyê, 5 endamên DAIŞê kuştin û 6 kesên din jî birîndar kirin.

Di eynî demê de, grûpa nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê, ji grûpên dijberê dewleta Sûriyê li Londonê îro ragihand ku hêzên dewletî yên Sûriyê bi kesên çekdar û grûpên terorîstî re li derdora Şamê ketine pevçûnê.

Televîzyoan E                l-Meydînê ya Lubnanê jî ragihand: Tirkiê ji terorîstan û kesên çekdar xwest hin êrişan li dijî artêşa Sûriyê destpê bikin da ku wan jibo zexta ser Rûsyayê jibo wergirtian serpişkiyê li muzakirên Astanê li Qezaqistanê bikar bînin.

Çavkaniyek ji hêzên hevpeyman ên Sûriyê ji televîzyoan El-Meyadînê re got, armanca Tirkiyê pêkanîna  pirsgirêkan bo Şamê, anîna zextê ser Moskowayê ye ku çavê xwe ser grûpa terorîstî ya  bereya El-Nusreyê girêde û endametiay wê li hevhatina  agirbesê ye.

Terorîst ku bixwe tim  agirbesa li Sûryê binpêk dikin, hêzên sûrî bi binpêkirina agirbesê atwanbar dikin, eva li halekê ye ku agirbes hemî grûên terorîstî yên DAIŞ û bereya El-Nusreyê nagire ber xwe.

Bi şikesta terorîstan li bajarê stratejîk a Helebê, li çarçoweya şêwirînên  Rûsiyê, Îran û Sûriyê, agirbesekeke  giştalî li vî welatî jibo çareserkirina  siyasî ya qeyrana Sûriyê destpê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu