IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Tenduristiya Iraqê: Bo derzî û dermanan pêwîstî bi milyarek dolar heye

Wezîrê Tenduristiya Iraqê dibêje, tenê ji bo derzî û dermanan pêwîstiya me bi milyarek dolar heye.

Wezîrê Tenduristiya Iraqê Ela Elwan di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, li Iraqê sektora tenduristiyê berteng û lawaz e. Sebeba serekî ya wê jî nebûna bûdceya pêwîst e.

Ela Elwan her wiha ragihand, tenê bo derzî û dermanan pêwîstiya me bi yek milyar dolar heye. Ji ber ku sala 2018 tenê nîvê navendên tenduristî karîne derzî û dermanan werbigirin.

Li gorî agahiyên wî wezîrê Iraqî, divê hikûmet bi lez derzî û dermanên nexweşiyên mîna penceşêr û hinek nexweşiyên din yên giran dabîn bike.

Başa dön tuşu