IraqNûçeRojhilatanavin

Li Bexdayê teqîn: 8 kesan canê xwe ji dest dan

Li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqîneke xwekujiyê rûda. Hat ragihandin ku 8 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Fermandariya Operasyonana Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqîneke xwekujîyê de li devera Sedir a Bexdayê hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Fermandariya Operasyonana Bexdayê diyar dike ku xwekujekî ku kembereke bombekirî bi xwe va girêdabû, li bazara devera Cemîle ya Sedir xwe teqandiye.

Navednda Tendirustiyê ya Resafe jî ragihandiye ku di encama teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Di van çend rojên dawî de teqîn û têror li Iraqê zêde bûne, bi taybetî jî liv û tevgerên DAIŞ`ê li Mûsilê.

Başa dön tuşu