CîhanIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

WEHŞÎTÎYA AMERÎKAYÊ…… Serbazekî Artêşa Amerîkî: Min 2 hezar 746 Iraqî kuştine

Serbazekî Artêşa Amerîkayê bi navê Dîlard Conson li xwe mukur hat ku, di heyama 5 salan de (2005-2010) 2746 Iraqî kuştine.

Dîlard Conson weke xweînawtirîn serbaz di dîroka Artêşa Amerîkayê hate naskirin, wî serbazî pirtûkek bi navê (Karnîfor) derxistiye tê de gotiye ku, ji destêka hatina wî bo Iraqê yek roj bê kuştina kesek yan du kesên  Iraqî derbasnebûye, da zanîn ku, kiyara yekemîn a kuştinê dema bi otpmbîla xwe ya leşkerî pêl 13 welatiyan kir li başurê Iraqê.

Herwiha wî serbazî ji bêjera kenala Fox a Amerîkikayê re tekez kir ku, hestê wî bi kuştina ewqas Iraqî baştirû ji dema ku, xezal dikuştin dema temenê wî 13 sal bûn.

Niha ew serbazê Amerîkî piştî ji jina xwe cuda bûye rastî nexweşiyên derûnî bûye û temenê wî 48 salin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu