EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Şivan û cotyarên Nîjeryayê bi hev ketin: 18 kuştî û 43 birîndar

Wezareta Navxweyî ya Nîjeryayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bûyer li bajarokê Bangûî yê li herêma Tahoûa ya li rojavayê welêt qewimiye.

Wezaretê diyar kir ku hin mirovên xwediyê keriyên pez û cotkarên çandiniya garisan bi hev ketin. Li gorî daxuyaniyê di bûyerê de bivir û kêr jî hatine bikaranîn û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in û gelek avahî jî hatine şewitandin. Li Nîjeryayê, ji ber ku dema palehiya garisan û çêrandina dewar û keriyên pez e di navbera cotkar û xwediyên heywanan de şer derdikeve. Li herêma Tahoûayê, di sala 2014an de jî bûyereke bi heman rengî rû da bû û 10 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu