LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsyayê derheq dûhatên biryara Donald Trump derbarê bi fermî naskirina deshilata Rejîma Îsraîlê ser girên Golana dagîrbûyî hişyarî da

Li gor malpera Russia Today,Alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov derheq dûhatên biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump derbarê bi fermî naskirina deshilata Rejîma Îsraîlê ser girên Golana dagîrbûyî hişyarî da û got: Ev kiryara Trump pêşeroja  çareseriya bi aştî ya mesela Filistînê nezelal dike  û pêvajoya bidestxistina aştiyê di navbera ereban û Îsraîlê lawaz dike.

Bogdanov got: Ev mesela me nerahet dike ku heke îmkaneke kêm jî bona çareseriya aştiyê di navbera ereban û Îsraîlê hebû bi gotina Trump ew pir lawaz û bê reng dibe.

Pêncşemê êvarê Serokomarê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”

Ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedarên welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat û wan ev gotina wî şermezar kirin û desnîşan kirin ku girên Golanê yên Sûriyê ne.

Başa dön tuşu