ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa hewayî ya Erebistanê ser rojavaya Yemenê

Firokên şerî yên Erebistanê carek din hinek ji navçên parêzgeha Hedîdê li rojavaya Yemenê bombebaran kirin.

Li gor rapora telivîzyona El-Minar`ê, Firokên şerî yên Erebistanê duh pêncşemê carek din hinek ji navçên parêzgeha Hedîdê li rojavaya Yemenê bombebaran kirin û xisaretên zav li jêravahiyên vê navçê xistin.

Firokên şerî yên Erebistanê li van êrişên xwe xisaretin li bingehên benderî, pêgeha hêzên beravî yên artêşa Yemenê li Hedîdê xistin.

Tu raport hîn ji hejmara birîndar û kuştiyên vê êrişa Erebistanê ser axa Yemenê tune.

Herwisa hatiye ragihandin ku ji ber teqînekî terorîstî li nîzikiya bajarê Teizê li başûra Yemenê 5 kes hatine kuştin.

Balefirên Erebistanê 8`ê Cotmehê holeke mezin li Senayê ku cimaeteke zêde ji ber tazaîdariya bavê wezîrê berevaniyê yê Yemenê li wir kom bibûn bombenaran kirin. Li encama  vê êrişê 900 kes hatin kutin an birîndar bûn.

Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an bi piştgiriya  Emerîkayê û hin welatên erebî êriş kiriye ser Yemenê da ku Ebd Rebbê Mensûr Hadî, serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser hikûmetê.

Li encama êrişên Erebistanê ser Yemenê bi hezaran kes hatine kuştin û herîkêm 3 milyon kes jî aware bûne. Xêncî wê gelek xisar li binavahiyan ji wan li nexweşxane û xwendingehên  vî welatî ketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu