NûçeRojhilatanavin

Tirsa Netanyahu ji deshilata Îranê li navçê

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji têkçûna koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê û bideshilatbûna Îranê li navçê dilgiraniya xwe da diyarkirin.

Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê li gotûbêja  tev BBC, îdia kir ku Îran bi têkçûna terorîstên  DAIŞê, hêz û amûrên xwe yên eskerî li nêzîkî sînorên  Flistîna dagirbûyî bi cih dike.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî her wiha ji stratejiya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li hember Îranê pêşewazî kir û destnîşan kir ku helwestên Trump li çarçova helwêstên Telavîvê û hin welatên erebî yên navçê ye.

Netanyahu li bara berfirehkirina bajarokên siyonîstbîşan û çêkirina avahiyan ji siyonîstan re li navçên dagirbbûyî yên Filistînê îdia kir ku  çêkirina bajarokan tu pirsgirêka xwe tine, belkî mesele eva ye  ku filsitînî Îsarîlê bi fermî nizanin û ger ev  pirsgirêk çareser bibe, dê pirsgirêkên din ji wan bajarokçêkirin jî were çareserkirin.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî binpêkirina mafên mirovan li Îsraîlê, hews û işkencekirina  zarokên filistînî û her wiha kavilkirina  malên filistîniyan haşa kir û got ku  Îsarîl weke fanûseeke deryayî jibo demokrasiyê ye.

Başa dön tuşu