EfrîqaEwropaNûçe

Li Brezîlyayê di girtîgehê de şer: 25 mehkum hatin kuştin

li girtîgeha bajarê Boa Vistaya eyaleta Roraimayê di seeta ziyaretê de di navbera endamên du grûban de şer û pevçûn derket. Mehkuman bi dar û kêran derdora 100 ziyaretvanî dîl girtin. Di şerê rizgarkirina dîlan de herî kêm 25 mehkum hatin kuştin, ji van 7 jê sere wan hat jêkirin û 6 jê jî hatin şewitandin.

100 KESÊN KU DÎL HATIBÛN GIRTIN SERBEST HATIN BERDAN Bi mûdaxeleya hêzên ewlehî 100 ziyaretvanên ku dîl hatibûn girtin serbest hatin berdan. Li gorî çapemeniya herêmî, girtîgeha ku qapasiteya wê 740 kes e derdora hezar û 400 mehkumî lê dima. Brezîlya, çaremin welate ku herî zêde mehkumê wê hene. Li seranserê welat zêdetirî 600 hezar mehkum heye. Li girtîgehên ku pir zêde dagirtî ne gelek varan şer, pevçûn û îsyan derdikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu