CîhanEwropaNûçe

Li Brezîlyayê di navbera polîs û sivîlan de şer: 10 kuştî

Li Brezîlyayê li eyaleta Parayê di navbera şêniyên çolterê û polîsan de şerê çekdarî derket, di şer de 1 jê jin 10 kes hatin kuştin.

Hêzên ewlehî ji bo girtina gumanberan çûne çiftlikeke girêdayî şaredariya Pau D’Arco ya eyaleta Parayê. Şêniyên çolterê li hemberî biryara hêzên ewlehî derketin û di navbera wan de şerê çekdarî derket. Di şerê çekdarî de yek jê jin 10 kes hatin kuştin.

Li gorî polîsê herêmî, di meha nîsana borî de parêzvanê çiftlikê hate kuştin û hêzên ewlehî ji bo girtina 14 gumanbaran çûne çiftlika Santa Lucia, lê niştecihên çitflikê bi çekan êrişî polîsan kirin.

Midûrê Polîsê herêmê Joao Bosco di axaftina xwe ya ji bo pevçûnê de got: Peşî aliyê hemberî me êriş kir û me jî bersiv da. Di encama şer û pevçûnê de yek jê jin 10 kes hatin kuştin û di operasyonê de 9 çek hatin desteserkirin.”

Li gorî pêşbîniyên hêzên ewlehî 4 kesên ku di pevçûnê de hatine kuştin tevlî kuştina parezvanê çiftlikê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu