EfrîqaEwropaNûçe

Li Brezîlyayê di roja pîroz de şikeft hilweşiya: 10 mirî û 7 birîndar

Hat ragihandin ku li Brezîlyayê bi dehan kes bi wesileya Roja Ezîzan li şikefteke ku pîroz tê hesibandin kom bibûn, piştî kombûnê şikeft hilweşiya 10 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên berdest. bûyer li Şikefta Casa de Pedra ya li nêzî bajarê Santa Marîa ya girêdayî eyaleta Tocantînê rû da. Bi boneya Roja Ezîzan ku ji bo Xrîstiyanan cejnek pîroz e, nêzî 60 kesî li şikeftê kom bibûn û ji ber şikeft hilweşiya jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de herî kêm 7 kes jî birîndar bûn, zêdetirî 40 kesî jî bêyî birîndar bibin rizgar bûn.

Hate diyarkirin ku şikefta li eyaleta Tocantînê ji hêla gelê herêmê pîroz tê dîtin û îbadeta li vir wek kevneşopiyekê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu