
Rayedarên brezîlî aşkere kirin ku li eyaleta Amazonasê di girtîgehekê de girtiyan serî hildaye û di encamê de bi dehan girtî mirine.
Rayedarên Brezîlyayê diyar kirin ku duh êvarê li girtîgeha Anisio Jobimyê ya bajarê Manausê serhildan derketiye û îro sibê jî serhildan hatiye kontrolkirin.
Rayedarekî eşkere kir ku bi dehan girtî hatine kuştin, lê naveroka agahiyên xwe eşkere nekir.
Partala nûçeyan a G1`ê jî destîşan kir ku nêzî 50 girtî jiyana xwe ji dest dane, hejmarek girtî jî reviyane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)