NûçeRojhilatanavinSûriye

Ceferî: Eger dijber tinebin, dibe ku em rêkarekê peyda bikin

جەعفەری: کاتێک نەیاران نەبن ڕەنگە ڕێککەوتن بەدەست بێت
Dewleta Sûriyê tevî amajeya ser viya ku dijberên sûrî nûnerên xelkê nînin, ragihand ku beşdarnebûna wan li gotûbêjên Jênêvê renge bibe sebeb ku rêkarek sa çareserkirina qeyrana Sûriyê kişf bibe.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Beşar Ceferî roja çarşemiyê, 20`ê nîsana 2016`an, got: `Ez di destpêkê da dixwazim bêjim ku ew (Komîteya bilind a gotûbêjan) nûnerê gelê Sûriyê nînin. Berovajî tişta ku tê sêwirîn, beşdarnebûna wan (Li gotûbêjan) renge berbendekê ji ser rê rabike û rê bide ku em rêkarekê bi dest xînin.`
Ceferî bi bîr xist: `Boykotkirina van gotûbêjan ji aliyê taxima (Girêdayî bi rêjîma) Riyazê lîstikek pêkeniyê ye ku ji aliyê piştgirên sereke yên vê taximê va tê birêvebirin.`Wî bal kişande ser viya ku endamên vê taximê kesên girêdayî bi Erebistanê ne û got: `Şerpezetiya hinek ji dijberan nîşana şerpezetiya piştgirên wan e.`
دەوڵەتی سوریا بە ئاماژەدان بەمەی کە نەیارانی سوری نوێنەری خەڵک نین، ڕایگەیاند : بەشداری نەکردنیان لە وتووێژەکانی ژنێڤ ڕەنگە ببێتە هۆی بەدەست هاتنی ڕێگەچارەیەک.

بەشار جەعفەری نوێنەری سوریا لەڕێکخراوی نەتەوەکان ڕۆژی چوارشەممە وتی : سەرەتا دەبێ بڵێم ئەوان (لیژنەی باڵای وتووێژکاران) نوێنەری خەڵکی سوریا نین .

بە پێچەوانەی چاوەڕوانیی ، بەشداری نەکردنیان لە وتووێژەکان ڕەنگە ببێتە هۆی لابرانی لەمپەرێکی گەورە و ئێمە ڕێگەچارەیەک بە دەست بێنین.

جەعفەری وتیشی : بایکۆت کردنی ئەم وتووێژانە لەلایەن شاندی ڕیاز چەشنێک کایەی پێکەنینییە کە لەلایەن لایەنگرانی سەرەکیی ئەم شاندەوە بەڕێوەبەرایەتی دەکرێت .
(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu