IraqNûçeRojhilatanavin

Teqînên terorîstî li paytexta Iraqê

Ji ber teqînên terorîstî li Bexdayê paytexta Iraqê herî kêm 4 kes hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, îro çarşemê ji ber çend teqînên terorîstî li Bexdayê herî kêm 4 kes hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne.

Medyayên Iraqê duh sêşemê jî ragihandin ku piştî qewimîna çend teqînan li Bexdayê herî kêm 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

li gorî rapora malpera navendî ya nûçan a Iraqê piştî teqîna bombeyekê li nêzîkî bazara xwecî li navça Mehmûdiyê li başûrê Bexdayê, kesek hat kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha li encama teqîneke din li navça Tarimiyê li bakurê Bexdayê herîkêm kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên nûçan ragihandin ku teqîneke din li navça Talibiyê ya Bexdayê qewimiye ku li encama wê du kes hatine kuştin û pênc kes jî birîndar bûne. Duh jî piştî teqîna  bombeyekê li navça  El-Şebê li bakurê rojhilata  Bexdayê kesek hat kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn. Bexda li hefteyên buhurî şehedê teqînên xwînbar bûye ku li encama wan bi dehan kes ji xelkê vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne.

Van rojana piştî serketinên artêşa Iraqê li hemberî terorîstan, van terorîstan dest bi kiryarên terorîstî li nav bajarên Iraqê û bitaybet Bexdayê kirine ku ji ber van teqînan bi dehan kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li vî halî da îmad Delîmî alîkarê şaredarê El-Rutbe li parêzgeha El-Enbarê îro çarşemê ji azadiya derbasgeha sînorî ya El-Velîd li sînorê Iraqê tev Sûriyê ji destê terorîstan xeber da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu