NûçeCîhanEwropa

Li Brîtanyayê zarokekî dusalî ji ber kifşika malê canê xwe ji dest da

Ji ber zêdebûna nihayê enêrjiyê li Brîtanyayê çaverêtî heye ku gelek malbat nekarin malên xwe germ bikin û ev yek dibe sebeba zêdebûna mirina zarokan ji ber kifşik û hûrekuvarikên şînbûyî li nav malan.

Li gorî rapora IRNAyê, Kêy Waco çalakê twîterê û karzanê mal û meskenê di twîtekê da nivîsî: Pergala xizmetên dermanî ya Brîtanyayê her sal 38 miliyon pondî ji bo dermankirina kesên ku li malên kifşikgitî û nemdar dijîm, xerc dike.

Hêjayî gotinê ye, ji ber zêdebûna bihayê enêrjiyê li Brîtanyayê, malbat nikarin malên xwe bi qasî pêwîst germ xweyî bikin û ev yek bûye sebeb kifşik û hûrekuvarik li dîwar û binê xaniyan şîn bibin ku gefeke cidî li dijî jiyana zarokan e.

Hefteya derbasbûyî gelek medyayên Brîtanyayê wêneya zarokekî dusalî ya bi navê “Awaab Ishak” kirin sernava xwe û mirina wî ya li malê wek serşûriya Londonê û sîstema standarda malan zanî.

Ev zarokê dusalî ji ber hestyarî û tûşbûna bi kifşikên li dîwarên mala xwe, mir û vê mijarê kêşeyek ji bo sîstema malan a Brîtanyayê pêk anî.

Bijîşkiya Qanûnî di vî warî da ragihand ku ev zarok ji ber ku li maleke kevn a bi dîwarên kifşikgirtî bûye, miriye.

Pirsgirêka kifşik û nemê li zêdetirî 800 hezar malên Brîtanyayê heye.

Başa dön tuşu